26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Hekîm serkeftinên Pêşmerge û artêşa Iraqê bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê Emar Hekîm serkeftinên Pêşmerge û artêşa Iraqê bilind nirxand.

Îro danê nîvro Çarşemê 26-10-2016 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Emar Hekîm Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, herdu aliyan behsa pêşhatên dawî yên navçeyê kirin bi taybetî hevahengiya pêwîst û temam ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê bo rizgarkirina Mûsilê û derdora wê. Hekîm sersaxî li malbatên şehîdên Pêşmerge û artêşa Iraqê kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

Herwiha Emar Hekîm tekez kir ku operasyona Mûsilê piştrast kir ku eger îradeya siyasî hebe, dibe ku hevahengiya pêwîst jî çêbibe û berdewam be jî. Herwiha hêvî xwest ku nêzîk Iraq bi giştî ji vê aloziyê rizgar bibe.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya wê sardana Hekîm kir û hevahengî û alîkariya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de û di rizgarkirina Mûsilê de bilind nirxand, herwiha da zanîn ku ewê li ser hevahengiya xwe ligel Hikûmeta Iraqê berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê amade ye hemû pirsgirêkên xwe ligel Bexdayê bi riya diyalog û gotûbêjan çareser bike û di paşerojê de pêwendiyên Hewlêr û Bexda dê bihêztir û baştir bibin û ji bo vê yekê jî hewl berdewam in. Herwiha hêvî xwest ku Bexda alîkariya koçberên Iraqê yên li Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar