Hikûmeta Kurdistanê bi reforman rûbirûyî kirîza darayî dibe

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê Roja Çareşem bi
serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr, Qubad Talebanî Cîgirê Serikwezîr û
endamên kabîneya 8, civiya.
Serokwezîr di destpêkê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û hêviya zû
başbûnê ji birîndaran re xwest û spasiya pêşmerge, polîs, hêzên emnî, dijî teror,
asayiş û gelê Kurd bi taybetî li Kerkûkê û serkeftinên li eniyên şer kir.
Derbarê operasiyona Musilê jî, Serokwezîr xuya kir li gor rêketina tevî Iraq û
hevpeymana navdewletî, Pêşmerge piraniya deverên jê re hatine spartine, kontrol
kiriye.
Serokwezîr derbarê pirsa koçberan xuya kir hatina koçberan li derdora Musilê ji bo
Herêma Kurdistanê destpê kiriye, lê hikûmet ji ber vê rewşa darayî nikare wek
pêwîst alîkariya wan bike, lewma daxwaz ji civak navdewletî kir alîkariyê bike.
Wezîrê Samanên Sirûştî raporek derbarî sektora petrolê pêşkêş kir û bal kişande
ser bandora xirap ya şerê DAIŞê û daketina behayê petrolê. Ji ber vî yekê nekarî ne
asta berhem anîna petrolê ji bo milyonek bermîl di rojê de zêde bikin.
Encumena Wezîran pêdagirî li ser kêm kirina xerciyan û zêde kirina dahat û bi cih
anîna reforman kir ku programeka zanistî ji bo vê pirsê hatiye danan û bi alîkariya
aliyên navdewletî berhingarê kirîza darayî dibin.
Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr di civênê de xuya kir Hikûmeta Herêma
Kurdistanê li gelek waran gavên cidî havêştiye ji bo baştir kirina sîtema rêveberiyê
bi taybetî darayî ya giştî. Lê hêşta hinek astengên mezin li dervey îradeya
hikûmetê mane.
Her di vê civînê de, Wezîrê pîşesazî û Bazirganî bi wekalet xuya kir Hikûmeta
Federala Îraqê li demên çend rojên borî 309 milyar Dînar pare yên cûtyarên
Herêma Kurdistanê şand ku nîveya pare yên wan li salên 2014 û 2015 ye û
bandoreka erênî ji bo ser pitir ji 100 hezar malbatan dibe.
Serokê Desteya Destpakiyê pêşnivîsa statijiya 5 salî ji bo berhingar bûna gendeliyê
pêşkêş kir û piştî gengeşe kirinê hate pejirandin.
Wezîrê Kar û Civakê du raport derbarê pirojeya pêdana qerên biçûk û Sindûqa
Civakî pêşkêş kir û ji aliyê beşdarên civînî gengeşe li ser hate kirin û biryar hate
dan li civîneka taybet pêdaçûn jê re bêkirin.




