Mehma Xelîl: Şingal tenê hewce bi Pêşmerge heye

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, divê PKK ji Şingalê
derkeve ji ber ku pêwîstiya me bi wan tune ye û tenê Şingal hewce bi Hêzên
Pêşmerge heye.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Parlemantoya Iraqê biryar daye ku
ti hêzeke biyanî mîna Mucahedîn Xelq û artêşa Tirkiyê û PKKê li ser axa Iraqê
nemîne, lewma niha pêdviya Şingalê bi PKKê tune ye û gerek çekdarên wan
derkevin.”
Xelîl wiha got: “Şingal bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge dikare Şingalê biparêze.
Dema şerê Kobanê, Pêşmerge çûn wî bajêrî û piştî ku ew bajar rizgar kirin û piştre
di cih de vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Eger PKK jî li vir be bo alîkariya me bike, em
ji wan re dibêjin pêdviya me bi wan tune ye û Hêzên Pêşmerge me diparêzin.”
Qayîmeqamê Şingalê wiha domand: “Beriya 2 rojan terorîstên DAIŞê êriş mezin
kirin ser rojavayê Şingalê û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û 70 kes ji
wan kuştin. Ev yek jî tê wateya wê yekê ku pêdviya Şingalê bi hêzeke din tune ye û
tenê Pêşmerge wê diparêze.”
Mehma Xelîl ragihand: “Em naxwazin PKK Şingalê bike cihê hevrikiya herêmî û li
wir meramên xwe yên siyasî cîbicî bike, ev yek jî bû sedem ku Tirkiye bêje ez hêza
xwe ji Iraqê venakşînim. Ji berjewendiya PKK û Herêma Kurdistanê ye ku PKK ji
Şingalê vekişe.”




