PKK rêgir e li pêşiya avakirina 65 gundan
__2016_10_26_h14m37s10__HK__2016_10_26_h18m46s55__HK.jpg)
Soran-KDP.info- Li sînorê Mêrgesor, PKK bûye rêgir li pêşiya welatiyan ku nahêlin
gundên xwe ava bikin.
Qayîmeqamê Bajarokê Mêrgesor Xefûr Malesiwarî ji malpera KDP.info re
ragihand: “Çekdarên PKKê destê xwe danîne ser zêdetirî 65 gundên Mêrgesor û rê
nadin gundiyan ku vegerin ser mal û milkên xwe.”
Malesiwarî wiha got: “Ji ber hebûna çekdarên PKKê li wê navçeyê, balafirên şer ên
Tirkiyê berdewam li wir didin û eger ne ji wan çekdaran ba balafirên Tirkiyê li
gundan nedidan, lewma em daxwaz ji PKKê dikin ku navendên xwe ji gundan dûr
bikin, da ku xelk vegerin ser mal û milkên xwe.”




