26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Nabe ti girûpeke nefermî beşdarî şerê Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirina wê bibin”

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr
 
Barzanî û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joseph Binington tekez kirin ku,
 
nabe bi ti şêweyî girpên çekdar ji dervî dezgehên fermî yên Iraqê beşdarî
 
operasyona azadkirina Mûsilê û qonaxa piştî rizgarkirina wê bibin.
 
 
 
Îro 26 Cotmehê, Şêwirmendê Ancûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr
 
Barzanî pêşwaziya Cîgirê alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joseph Binington û
 
şanda ligel wî kir.
 
 
 
Di civînê Barzanî eşkere kir ku, bêhtirên ermancên Pêşmerge di operasyona şerê
 
Mûsilê de pêkanîne bi rêkeftin ligel Bexda bû.
 
 
 
Di civînê de dawî pêşhateyên siyasî û leşkerî derbarê operasyona azadkirina
 
Mûsilê hatin gotûbêjkirin, amaje bi encamên hemahingiya di navbera
 
Pêşmergeyên Kurdistan û Artêşa Iraqê de û pêşveçûnên ber bi Mûsilê de kirin.
 
 
 
Di civîna navbera herdu aliyan de tekezî li wê yekê hate kirin ku, “Nabe ti girûpek
 
çekdar ji dervî damûdezgehên fermî yên Iraqê beşdarî şerê Mûsilê û qonaxa piştî
 
rizgarkirina wê parêzgehê jî bibin.”

Nûçeyên têkildar