26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk..5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin..Çend berguman jî hatin girtin

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir
 
dibêje, me di operasyonekê de ligel hêzên ewlehiyê û asayiş û Hêzên Pêşmerge de
 
karî 5 terorîstên DAIŞê bikujin û çend bergumanan jî bigirin.
 
Emîd Serhed Qadir Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Îro serê sibehê saet 5, me wek Hêzên asayiş û polîs û Hêzên
 
Pêşmerge dest bi operasyoneke berfireh li sînorê gundên Melhe, Tiwêlhe,
 
Qeretepe, Bacwan, Kunerêwe, Selam, Kêf, Hindî, Îdrîs û Dawûd Gurge yên derdora
 
bajarê Kerkûkê kir û di encamê de me hejmarek berguman girtin.”
 
Qadir wiha got: “Li cem pirojeya avê li nahiyeya Taze, 5 terorîstên DAIŞê gule
 
berdan me, û piştî şer di navbera me û wan de, her 5 terorîst hatin kuştin. Dê ev
 
operasyonê me jî berdewam bin heta jinavbirina hemû terorîstan.”

Nûçeyên têkildar