Bakurê Mûsilê..Ala Kurdistanê li xala dawî ya sînorê Kurdistanê hat bilindkirin

Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge 3 gundên stratejîk li bakurê bajarê Mûsilê azad
kirin û fermandarekî Pêşmerge jî dibîje, li eniya Başîkê, me ala Kurdistanê li xala
dawî ya sînorê Kurdistanê bilind kir.
Fermandarê Pêşmerge li Eniya Bakurê Mûsilê Muqedem Naqî Xurşîd ji malpera
KDP.info re ragihand, “Hêzên Pêşmerge di 2 rojên borî de, li aliyê bakur baş pêşve
çûne û karîne hersê gundên Hesen Celad û Hesenên û Umer Bêt ji terorîstên
DAIŞê paqij bikin, bi vê yekê jî navçeyekî stratejîk li bakurê Mûsilê ket destê Hêzên
Pêşmerge.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got, “Çekdarên DAIŞê jibilî danîna bombe û
mayînan li gundan, nikarin li ber xwe bidin li pêşiya Hêzên Pêşmerge û paşde
vekişiyan.”
Xorşîd wiha domand, “Hêzên me li xala dawî ya sînorê Kurdistanê li eniya me, ala
Kurdistanê bilind kirin û bi vê yekê jî êdî axa Kurdistanê li wî sînorî bi temamî
rizgar bûye û maye ku artêşa Iraqê ji wir ve berê xwe bidin Mûsilê.”




