26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Em hewl didin ziyan negihê xelkê gundan

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, Hêzên Pêşmerge berdewam in li
 
ser paqijkirina gundan, lê dixwazin bi awayekî be ku ti ziyan negihên xelkên sivîl, ji
 
ber ku hin gund xelk di wan de mane.
 
Emîd Seyid Hejar Fermandarê Hêzên Pêşmerge li nêzîkî Mûsilê ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Gelek gundên derdora Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine
 
rizgarkirin û niha tên paqijkirin, lê beşek ji wan gundan mane ku ew jî bên
 
paqijkirin û xelkê sivîl di wan de ne, lê em hewl didin di dema paqijkirina gundan
 
de ti ziyan negihên xelkê, lewma em lezê nakin.”
 
Hejar wiha got: “Niha Başîk û çend gund mane ku bên paqijkirin û piroseya
 
paqijkirinê berdewam dike û ew jî dê nêzîk bidawî werin.”
 
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Gelek kes dixwazin ji destê terorîstan
 
birevin, lê ew terorîst nahêlin. Tevî wê yekê jî gelek malbatan xwe rizgar kirine û
 
berê xwe dane navçeyên bin destê Pêşmerge.”

Nûçeyên têkildar