Ki Moon sipasîya rola Serok Barzanî li aramiya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê kir

Ban Ki Moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî pêwendiyekî telefonî li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê saz kir û bi pêkve pêvajoya siyasiya Iraq û navçeyê nirxandin.
Ban Ki Moon spasî rol û pêgeha diyar û berçava hekîmaneya Serok Barzanî li aramiya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê kir.
Di derbarê rewşa niha ya Iraqê jî Ban Ki Moon ragihand me li gel berpirsên bilindên dinê Iraqê guftûgo kiriye û tekez li wê yekê hate kirin ku tu bedîlekî din ji bo guftûgo û aştî û pêkvejiyanê tûne.
Hemû aliyek jî han didîn ku li rêya guftûgo û diyalogê ve kêşe û giriftan çareser bikin.
Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Ban Ki Moon xwest û li ser rewşa Iraq û navçeyê jî ragihand ku em li Herêma Kurdistanê li gel diyalog û bi aştiyane çareserkirina gîr û giriftane.
Êwê niha jî rû dide tenê ne pêwîst bi Herêma Kurdistanêye, belku kêşeya hukme li Iraq bi sedema binpêkirina destûr û pabendnebûna bi cîhkirina destur.
Em destpêşxer nebûne û li pêgeha bergirîkirina mafên me yên li destûr me hengav avêtiye, em bawerin bi cîhkirina maddeya sed û çila destur cûreyek ji kêşeyên navçeyên veqetandî çareser dike.
Li beşekî dinê pêwendiya telefonî da sebaret bi pêvajoya Suriye danustandina bîr û ramanan kirin û Ban Ki Moon ji bo helwesta Herêma Kurdistanê li piştevaniya gelên Suriye û hevkariya penaberên Sûriye sipasî Serok Barzanî kir.




