26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Rojawayê li Hewlêrê xwepîşandanek saz kirin

Çavkanî: KDP.info

Duhî li Hewlêrê hijmareke ji Kurdên Rojawayê Kurdistanê bi piştgîriya hijmareke xelkê Hewlêr û derdorê xwepîşandaneke girseyî saz kirin.

Di xwepîşandana duhyê de Kurdên Rojawayê Kurdistanê daxwaz ji part û aliyên siyasî yên kurdî ên li Rojawayê Kurdistan û Sûriyayê de kirin daku, hewl bo yekxistina helwestên xwe û bihêztir kirina navmala Kurd kirin.

Xwepîşander herwiha daxwaz ji part û aliyên siyasî jî kirin daku, girêdayî bi peymana Hewlêrê bin û ev peymana han cîhbicîh bikin û bibin çeperek bo parastina ax û xelkê Rojawayê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar