26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li ser pêşniyara PDKê dê frakisyonên parlemantoyê bicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li ser pêşniyara PDKê nêzîk dê frakisyonên nava Parlemantoya Kurdistanê li Hewlêrê derbarê çalakirina karê Parlemantoya Kurdistanê bicivin. Cîgira Serokê Frakisyona PDKê Amîna Zikrî jî dibêje, dema wê civînê nediyar e.

Amîna Zikrî Cîgira Serokê Frakisyona PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Derbarê civîna frakisyonên Parlemantoya Kurdistanê li ofîsa Silêmaniyê me helwesta PDKê diyar kiribû ku her civînek Yûsif Mihemed tê de beşdar be, ew wek Frakisyona PDKê tê de beşdar nabin û me wisa jî kir û ew beşdar nebûn, ji ber ku li cem me êdî serokatiya Yûsif Mihemed bo parlemantoya bidawî bûye.”

Zikrî wiha got: “Em rijd in li ser çalakirina karê parlemanto û me pêşniyarek daye firakisyonan bo civîna hemû firakisyonan û bê amadebûna Yûsif Mihemed, firakisyonên parlemantoyê jî razî bûne û niha kar bo wê civînê tê kirin, lê nexuya ye ku ew civîn dê kengî bê kirin.”
 

Nûçeyên têkildar