26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge ji aliyê başûr ve gihîştin nava Başîkê

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Îro Hêzên Pêşmerge karîn gundê Xursîbad ê eniya Başîkê rizgar bikin û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, Hêzên Pêşmerge navenda nahiyeya Başîkê dorpêç kirine û ji aliyê başûr ve derbasî nava wê bûne.

Neqîb Salar Mahir, Efserê Lîwaya 1 a Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro pêşdeçûnên Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê berdewam bûn û îro karîn gundê Xursîbadê bi temamî rizgar bikin û DAIŞ ji gund derxistin.”

Neqîb Salar wiha got: “Hêzên Pêşmerge ji aliyê başûr ve derbasî nava nahiyeya Başîkê bûne, lê hîn jî çekdarên DAIŞê li nava Başîkê mane û biryar e di rojên bê de navçe bi temamî bê paqijkirin.”
 

Nûçeyên têkildar