Kurdistan û Swêd azadkirina Mûsilê û pirsa koçberan gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrên Kurdistan û Swêd azadkirina Mûsilê û pirsa
koçberan nirxandin û şanda mêvan destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir li ser
serkeftinên wan ên berdewam li hemberî DAIŞê.
Îro Sêşema 25-10- 2016 danê nîvro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan
Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Swêd Stîfan Lovyan û şanda dîplomatîk yap ê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî spasiya pêşkêşkirina alîkariyan bi awayekî
berdewam ji aliyê Swêd bo Herêma Kurdistanê bi taybetî ji aliyê leşkerî ve, kir.
Herwiha behsa hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê û
Hevpeymaniya Navdewletî di operasyona Mûsilê de kir û tekez li ser wê yekê kir
ku piştî operasyona Mûsilê, ya girîng ew e rêkeftin li ser piroseya siyasî ya Iraqê bi
giştî û birêvebirina bajarê Mûsilê û kontrolkirina sînoran hebe.
Derbarê pirsgirêka koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî da
zanîn ku hebûna zêdetirî milyonek û 800 hezar koçber û penaberên destê terorê li
Herêma Kurdistanê barê hikûmeta Kurdistanê girantir kiriye û pêwîstiya Herêma
Kurdistanê bi alîkariyên navdewletî heye, bi taybetî jî niha pêşbînî tê kirin ku
hejmarek mezin ji xelkê Mûsilê koçberî Kurdistanê bibin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Swêd jibilî ku destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir li ser
serkeftinên wan ên berdewam li hemberî terorîstên DAIŞê û got ku Pêşmerge cihê
serfiraziya Kurdistanê ne, herwiha sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û başbûn jî
ji birîndaran re xwest. Herwiha tekez kir ku Swêd dê li ser pêşkêşkirina alîkariyan
bo Herêma Kurdistanê berdewam be û dê hewl bide tîmên xwe yên perwerdeya
leşkerî li Herêma Kurdistanê berfirehtir bike.
Serokwezîrê Swêd tekez kir ku hebûna diyalogê di navbera Hewlêr û Bexda de li
ser qonaxa piştî azadkirina Mûsilê, pir girîng e.
Serokwezîrê kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî eşkere kir ku pêwîstiya Iraqê bi
diyalogekî cidî li ser paşeroja welat û çawaniya pêkvejiyana hemû pêkhatên olî û
netewî yên welat, heye.




