26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Yekîtiya Ewropa li pişta Hêzên Pêşmerge ye”

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir û di
 
wê hevdîtinê de, Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê Serok Barzanî ji biryar û nêrîna
 
Yekîtiya Ewrupa ya li ser operasyona azadkirina Musilê agahdar kir û tekez li wê
 
yekê kir ku welatên Yekîtiya Ewrupa piştevaniyê Pêşmerge ne li şerê dijî DAIŞê û
 
operasyona azadkirina Musilê.
 
Roja sêşem 25.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
 
pêşwaziya Patrîk Sîmonêt Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê kir.
 
Li hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrupa li Iraqê Serok Barzanî ji biryar û nêrîna
 
Yekîtiya Ewrupa ya li ser operasyona azadkirina Musilê agahdar kir û tekez li wê
 
yekê kir ku welatên Yekîtiya Ewrupa piştevaniyê Pêşmerge ne li şerê dijî DAIŞê û
 
operasyona azadkirina Musilê.
 
Her wiha destxweşiyê li azayetî û pêşrewiyên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ya li
 
şerê dijî DAIŞê hebû. Balyozê Yekîtiya Ewrupa eve jî xisterû ku Yekîtiya Ewrupa bi
 
girîngiyê ve temaşa peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dike û asta
 
nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind kiriye.
 
Her li vê civînê de gumanên Yekîtiya Ewrupa li qonaxa piştî DAIŞê û pêwîstiya
 
hebûna plana siyasî heman di dema li gel plana serbazî ya azadkirina Musilê
 
guftûgo kirin û Serok Barzanî tekez li ser parastin û pêdana baweriyeke tevahî ya
 
pêkhatan kir bi taybetî Êzdî û Mesîhiyên parêzgeha Nînowa.
 
Di derbarê êrîşa roja înê ya derbasbûyî ya terorîstan li ser bajarê Kerkûkê, Serok
 
Barzanî spasî xelkê xweragirê bajarê Kerkûk û saziyên emniyan kir ku
 
qehremanane rûbirûyê terorîstan bûne û ragihand ku tu demekî xelkê bajarê
 
Kerkûk û gelê Kurdistanê rê nadin Kerkûk û Kurdistan bibê bingeheke terorîstan.
 
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û rewşa siyasî ya
 
navçeyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nûçeyên têkildar