26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 2 gundên din ên Kurdistanê rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Bakurê Mûsilê-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Cemal Êmênkî ragihand
 
ku îro Hêzên Pêşmerge 2 gundên din ên Kurdistanê rizgar kirin û niha jî pêşde
 
diçin bo rizgarkirina gundên din jî.
 
Ferîq Cemal Êmênkî Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Îro herdu gundên Batman û Xursebatê bi temamî ji destê terorîstên DAIŞê hatin
 
derxistin û niha Pêşmerge ber bi gundên din ve pêşde diçin û ew jî dê di demeke
 
nêzîk de bên rizgarkirin.”
 
Serfermandarê Pêşmerge wiha got: “DAIŞê li wan navçeyan gelek bombe û mayîn
 
danîne, ku gelek mal û xanî tije bombe kirine, lewma Hêzên Pêşmerge hêdî hêdî
 
pêşde diçin. Her navçeyek ku ju Pêşmerge re tê diyarkirin, zû rizgar dikin.”

Nûçeyên têkildar