Paqijkirina Başîkê destpê kiriye..Xelk xwe radestî Pêşmerge dikin

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî
dibîje, piştî ku operasyona rizgarkirina Başîkê bi serkeftî bidawî hat, niha
Pêşmerge dest bi paqijkirina wê nahiyeyê û gundên derdora wê kirine. Herwiha
dibêje, xelk ala spî bilind dikin û xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin.
Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Di operasyona rizgarkirina Başîkê
de, di serî de Hêzên Pêşmerge ji aliyê Naweran û pişt Başîkê hev girtin û niha Başîk
û gundên pişta wê hemû di destê Pêşmerge de ne û wek rizgarkirî tên hesabkirin,
lê pêdviya wan bi paqijkirinê heye ku ti terorîst tê de mabin yan jî divê ew bombe
û mayînên DAIŞê bên pûçkirin, lewma niha Pêşmerge dest bi paqijkirinê kirine û
ew kar bi hêminî tê kirin da ku ziyanê negihîne ti kesî.”
Efendî wiha got: “Heta sibê dê hemû Başîk û gundên rizgarkirî bên paqijkirin û dê
dawî li karê wan bê.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Xelk li wan navçeyên rizhgarkirî mane û
bi ala spî tên xwe radestî Hêzên Pêşmerge dikin û Pêşmerge jî pêşwaziyê li wan
dikin.”




