26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge nahiya Batmaş jî rizgar kirin..Nêzîkî Mûsilê bûne

Çavkanî: KDP.info

Tilisqof-KDP.info- Pêşdeçûnên Hêzên Pêşmerge li eniya Tilisqofê ya bakurê bajarê Mûsilê berdewam in û îro jî karîn nahiya Batma ji destê terorîstên DAIŞê derxînin.

Fermandarê Pêşmerge li eniya Tilisqofê Muqedem Îdrîs Şeiban ji malpera KDP.info re ragihand, “Îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge ji çend aliyan ve, êrişî ser nahiya Batma ya sînorê Tilisqofê kirin û piştî şerekî tund ligel terorîstên DAIŞê, Hêzên Pêşmerge karîn derbasî nava wê nahiyeyê bibin û bi temamî ji wan terorîstan paqij kirin û niha bi temamî di bin kontrola wan de ye.”

Şeiban da zanîn ku, “Batma nahiyeyekî Xristiyanên Deşta Neynewa ye û niha Hêzên Pêşmerge nava wê nahiyeyê ji bom û mayînan paqij dikin. Bi rizgarkirina wê nahiyeyê, Hêzên Pêşmerge li vê eniyê jî gelekî nêzîkî Mûsilê bûn.”
 

Nûçeyên têkildar