26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê dîtin û têbîniyên xwe li ser budceya Îraqê diyar kirin

Çavkanî: KDP.info

Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, ji bona dirustkirina têkeliyên xurt di navbera herêma Kurdistanê û Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê, Li bajarê Hewlêrê, ji bona minaqeşekirina budceya sala 2013ê a hikûmeta Îraqa federal, civîneke mişterik di navbera  komîteyeke serokatiya civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê, komîteyeke peywendîdar  a Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê û komîteyeke peywendîdar li parlamentoya kurdistanê hat saz kirin.

 

Di destpêka civînê de, ew bend û madeyên di budceya Îraqê a sala 2013ê hene û herêma Kurdistanê têbînî li ser hene hatin destnîşan kirin û minaqeşe kirin û ji bona rastvekirin û çareserkrina wan şaşiyan dîtin û pêşniyarên xwe beçav kirin û tekez hat kirin ku, ew dîtin û pêşniyar ne bi tenê ji bo herêma Kurdistanê, lê  berjewendiya teveya îraqiyan  li ber çavan girtine.

 

Di civînê de biryar har girtin ku, heta qanûna budceya Îraqê bê pesind kirin ev civîn berdewam bin û komîteyeke civata wezîrên herêma Kurdistanê jî bi berdewamî digel Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê di nava têkeliyên berdewam de be daku, hemû agadarî,  zaniyarî, belgename û amarên pêwîst di navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal li Bexdayê, bêxe ber destê aliyên peywendîdar li lîsteya hevpeyamnaiya Kurdistanê li parlamentoya Îraqê.


Pişka herêma Kurdistanê ji budceya Îraqê, xerciyên cîbicîkirina madeya 140ê, xerciyên pêşmerge, xerciyên siaydî, petrodollar û budceya geşepêdana wîlayetan  di civînê de bi dûr û dirêjî hatin behis kirin,


Di dawiya civînê de, biryar hat dan ku, ji bo piştevaniya Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li parlamnetoya Îraqê, komîteyeke rawêjkarî a taybet, pispor, şareza û bi îmkan di warê destûrî, qanûnî, ekonomî û îstastkêd e bê damezrandin

Nûçeyên têkildar