Hêzên Dije-Terorê 5 terorîst girtin û serkirdeyekî wan jî kuştin

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, li bajarê Kerkûkê 5 endamên DAIŞê hatin girtin û serkirdeyekî mezin ê wê rêxistinê jî hat kuştin.
Êvariya îro Sêşemê 24ê Cotmeha 2016, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de girtina 5 endamên DAIŞê ragihand, ku di êrişa roja înê ya DAIŞê bo ser bajarê Kerkûkê de, alîkarî dane komên çekdar ên êrişkar.
Li gorî daxuyaniyê, herwiha Berpirsê Qereqoleke DAIŞê li Hewîceyê yê bi navê Ebû Qedame, ku rênîşanderê derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nav bajarê Kerkûkê bûye, îro hatiye kuştin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Di berdewamiya operasyonên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de bo aşkerekirin û girtina encamder û hevkarên êrişa terorîstî ya roja înê ya Kerkûkê, îro serê sibehî di operasyoneke taybet a Rêveberatiya Giştî ya Dije-Terorê ya girêdayî Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de, û bi hevkariya Rêveberiya Asayişa Kerkûkê, 5 terorîst li nav bajarê Kerkûkê hatin girtin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de navên wan çekdarên DAIŞê tên aşkerekirin, ku di operasyona îro ya hêzên Asayişê de li bajarê Kerkûkê hatine girtin.
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê got, terorîstê ku hatine girtin, ev in: “Wesam Mehmûd Mihemed Selîm, naskirî bi Ebû Weçaç, Merwan Feysel Mihemed Selîm, Emmar Feysel Mihemed Selîm, Reid Feysel Mihemed Selîm, Ebid Feysel Mihemed Selîm ku di êrişa roja înê 21ê Cotmeha 2016 de hevkarên çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bûne.”
Herwiha behsa wê yekê hatiye kirin, ku di encama lêkolînan de derket holê ku birayekî terorîstê desteserkirî Ebû Weçaç ê bi navê Selam Mehmûd Mihemed Selîm Elbeyatî naskirî bi Ebû Qedame yek ji berpirsên serbazî yên rêxistina DAIŞê li Hewîceyê bûye.
Daxuyanî wiha dibêje: “Di encama lêkolînan û zanyariyên îstîxbaratî de, derket holê ku birayekî terorîstê desteserkirî Ebû Weçaç ê bi navê Selam Mehmûd Mihemed Selîm Elbeyatî naskirî bi Ebû Qedame yek ji berpirsên serbazî yên rêxistina DAIŞê li Hewîceyê û berpirsê çekdarên DAIŞê di êrişa roja înê ya li Kerkûkê de bûye. Ji ber ku kesê navborî pêştir li Kerkûkê jiyaye, bûye rênîşanderê çekdarên terorîst bo derbasbûna nav bajêr, di heman demê de erkê dest bi ser de girtina avahiya Parêzgariya Kerkûkê li ser milê wî bûye.
Piştî bersivdana tund a êrişa terorîstî ya DAIŞê ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê ve, terorîstê navborî xwe li nêzîkê Çemê Xase veşartibû, li gorî zanyariyên îstîxbaratî, cihê xweveşartina wî hat destnîşankirin û di operasyoneke Rêveberatiya Asayişa Kerkûkê de, êvariya îro, terorîst Ebû Qedame hat dorpêçkirin û piştre di pevçûnekê de hat kuştin.”




