26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarekî Pêşmerge: Em dixwazin bi kêmtirîn ziyan Başîkê rizgar bikin

Çavkanî: KDP.info
Başîk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Başîkê eşkere kir ku Hêzên
 
Pêşmerge Başîk bi temamî dorpêç kirine û dixwazin bi kêmtirîn ziyan wê nahiyeyê
 
rizgar bikin.
 
 
Lîwa Behram Erîf Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li wan
 
cihên ku rizgar kirine, çeperan çêdikin û cihên xwe qeyîm dikin.”
 
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, zêdetirî 50 terorîstên DAIŞê di şerê duhî hatin
 
kuştin.
 
Yasîn wiha got: “Hêzên Pêşmerge nahiyeya Başîkê dorpêç kirine û nêzîkî 200
 
terorîst di nava Başîkê de ne û moralê wan têk çûye, em jî dixwazin wê nahiyeyê
 
bi kêmtirîn ziyan rizgar bikin.”

Nûçeyên têkildar