26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ li Şingalê derbeyekî mezin xwar..Kes ji wan neflitî

Çavkanî: KDP.info
Şingal-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Serbest Lezgîn dibêje,
 
terorîstan dixwestin wek Kerkûkê bi dizî têkevin Şingalê de û dagîr bikin, lê
 
derbeyek mezin xwarin, bi awayekî ku kes ji wan bi saxî venegiriya.
 
 
Serbest Lezgîn Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Îro DAIŞê êrişî ser qezaya Şingalê kir, beriya niha zanyariyên me hebûn
 
ku DAIŞ dê êriş bike, me bi hûrî çavdêriya tevgera wan dikir.”
 
Lezgîn wiha got: “Terorîstên DAIŞê wek Kerkûkê dixwestin bi dizî derbasî nava
 
Şingalê bibin û dagîr bikin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan, bi
 
awayekî ku ti kes ji wan bi saxî neflitî û pilana wan hat jinavbirin.”
 
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Êrişa îro ya DAIŞê gelekî berfireh bû,
 
çekên giran û otomobîlên zirhî tê de bikar hatin, lê Hêzên Pêşmerge bi jîrî karîn
 
rûbirûyî wan bûn û pilana DAIŞê jinav birin.”
 
Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Serbest Lezgîn ragihand: “Em nêzîkî
 
serkeftina yekcarî ya Hêzên Pêşmerge bûne, ku bi fermana Serok Barzanî hemû
 
axa Kurdistanê tê rizgarkirin, bi taybetî jî navçeyên ku li Şingalê di bin destê DAIŞê
 
de mane, ku nêzîk dê ew jî ji destê DAIŞê bên derxistin û pilan û bername jî jê re
 
hatiye danîn.”

Nûçeyên têkildar