Serok Barzanî û Cerba behsa paşeroja Sûriyê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Teyara Xeddî ya Sûriye kir û di
wê hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhatên siyasiyên dawî ya li ser
asta navçeyî û navdewletî hate nirxandin û ronahî xistin li ser paşaroja Sûriyê û
hevkêşeyên serbazî û siyasiyên niha ya wî welatî.
Roja dûşem 24.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Şêx Ehmed El Cerba Serokê Teyara Xeddî ya Sûriye kir.
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û pêşhatên siyasiyên dawî ya li ser
asta navçeyî û navdewletî hate nirxandin û ronahî xistin li ser paşaroja Sûriye û
hevkêşeyên serbazî û siyasiyên niha ya wî welatî.
Li beşekî dinê civînê de serkeftinên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê û rewşa
meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstan li parêzgeha Nînowa xistin ber behs û
guftûgoyan.




