26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qayîmeqamê Mêrgesor: Ji ber şerê PKKê 3 welatî şehîd bûn

Çavkanî: KDP.info
Soran-KDP.info- Balafirên şer ên Tirkiyê bi şaşî 3 welatiyên Herêma Kurdistanê
 
bombebaran kirin û ew şehîd kirin. Qayîmeqamê Mêrgesorê jî dibêje, ji ber
 
çekdarên PKKê balafirên Tirkiyê berdewam li navçeyê didin.
 
Qayîmeqamê Mêrgesorê Xefûr Malesiwarî ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî
 
danê êvarî bi hênceta hebûna çekdarên PKKê li navçeyê, balafirên Tirkiyê gundên
 
devera Mizûriya Bilind a ser bi qezaya Mêrgesorê bombebaran kirin û di encamê
 
de 3 welatên sivîl ên Başûrê Kurdistanê şehîd ketin, ku ew 3 şehîd xelkê Qezaya
 
Soran bûn û bi mebesta çandiniyê berê xwe dabûn wan gundan.”
 
Malesiwarî wiha got: “Balafiran bi şaşî li wan welatiyan dan, ku difikirîn çekdarên
 
PKKê ne, ji ber ku navend û baregehên PKKê li wir hene û beriya niha xelkê re
 
gotibûn nabe hûn li wan navçeyan biçin û bên, lewma ji ber PKKê ew gund û navçe
 
nehatine avakirin.”

Nûçeyên têkildar