26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Bûyera Pîranşarê min dilgiran kir

Çavkanî: KDP.info

Bi minasebeta şewata debistaneke kiçan li Gundê Şînawa ser bi Bajarê Pîranşarê ya li Rojhilatê Kurdistanê de yaku, bûye sedema birîndar bûna 28 Xwednekarên kiç Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî kesûkarên Xwendekaran kir ku, ev jî tekesta vê ye:

 

Bi navê xwedê mezin û mihiriban

 

Nûçeya ev bûyera bi sosret yaku, di debistaneke kiçan li Gundê Şînawa ya li Bajarê Pîranşarê a li Rojhilatê Kurdistanê de qewmiye û bûye sedema birîndar bûna 28 Xwedekaran me gelek dilgiran kir, jiber vê minasebeta han daxwaz ji xwedê mezin dikim ku, bilez Xwendekarên birîndar şifa bide û sebir û aramî jî bide her kesekî.

 

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

Nûçeyên têkildar