Parlemanterê PDKê: Em nahêlin ti hêzeke Iraqê bê Kerkûkê

Kerkûk-KDP.info- Parlemanterê Iraqê yê PDKê Şaxewan Ebdulah dibêje, pêwîstiya bajarê Kerkûkê bi hêzeke Iraqî tune ye û ew bi ti awayekî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya emnî bên Kerkûkê.
Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîstiya Kerkûkê bi hêzên Iraqê tune ye, lê belê pêdviya me bi piştevanî û çek û tifaqê heye, da ku em xwe pê biparêzin. Her kesek bixwaze Heşda Şeibî ya her hêzeke din bîne Kerkûkê, xayîn e. Herwiha em bi ti awayekî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya emnî bên Kerkûkê.”
Wî parlemanterê Iraqê wiha got: “Mezintirîn êriş û derbasbûna çekdarên DAIŞê bon ava parêzgehên Iraqê ev êrişa roja Înê ya ser Kerkûkê bû. Em destxweşiyê li xelkê qehreman ên Kerkûkê dikin ku bi merdî û mêrxasî ligel dezgehên ewlehiyê rûbibûyê terorîstên DAIŞê bûn û zêdetirî 100 terorîstên xwekuj jinav birin. Ev êrişa DAIŞê li ser Kerkûkê, eger li ser Bexda ba, dê Bexda ketiba destê terorîstan.”




