26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayişê hûrgiliyên êrişa ser Kerkûkê belav kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Îro 23 Cotmehê, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
 
daxuyaniyek derbarê rewşa Kerkûkê belav kir, di daxuyaniyê de hatiye: “Li gorî
 
encamên seretayî, plandarê êrîşa terorîstan keseke bi navê Mazin Nezhan Ehmed
 
Ebdullah Elubeydî Elreyaşî ye û tê nasîn bi navê Ebû Îslam Ensarî, navborî jî ji aliyê
 
welatiyên Kerkûkê ve hatibû birîndarkiein û radestî aliyên ewlekariyê hatiye kirin.”
 
 
Deqê daxuyaniyê:
 
Piştî ku roja 21 Cotmehê, çekdarên DAIŞê li çend taxên Kerkûkê êrîş birin ser xelkê
 
sivîl û hêzên ewlekariyê, hêzên Asayiş, Polîs û Pêşmerge bi piştevaniya welatiyê
 
Kerkûkê karîbûn bi azayî rewşê kontirol bikin û nehêlin armancên DAIŞê pêkbên,
 
DAIŞê bi vê kiryara xwe ya terorîstî xwestiye fişara li Mûsilê sivik bike.
 
 
 
Hêxên Pêşmerge, Asayiş, Polîs û Xwebexşên bajarê Kerkûkê karîbûn bêhtirê
 
terorîstên DAIŞê li nav bajêr û dervî bajêr têkbişkînin, herwiha di operasyonê de
 
asayişên Kerkûk û Hewlêrê karîbûn çend terorîstên DAIŞê bidîl destgîrbikin ku
 
beşdarî kiryara terorîstî li Kerkûkê bibûn, navên wan jî ev in:
 
 
 
1-Ekrem Taha Îdan Ehmed Dilêmî, tê nasîn bi navê Ebû Mistefa, Emîrê Emnî yê
 
Kerkûkê yê DAIŞê ye û beşdarî êrîşê kiribû.
 
2-Ebdulrehman Fazil Ebdulrehman Elizizî, tê nasîn bi navê Ebû Mihemed berpirsê
 
îdarî û darayî yê DAIŞê li Kerkûkê bû û beşdarî êrîşê jî kiribû.
 
3-Ebdulezîz Mehmûd Dilêmî tê nasîn bi Ezawî beşdarî êrîşê kiribû û karê çavdêriya
 
pêşwext jib o terorîstan kiribû.
 
4-Ebdulrehîm Ehmed Ebdullah Yasîn tê nasîn bi navê Ebû Elî alîkariya îdarî bi
 
terorîstan re kiribû berî werin nav bajêr û pişt re jî beşdarî şer bibû.
 
5-Leys Felah Nima Cibûrî tê nasîn bi navê Ebû Xesan, beşdarî şer bibiû û endamê
 
ketîbeya Inxîmasî ye.
 
6-Ebdulrehman Fazil Ebas Mihemed Ubeydî tê nasîn bi navê Ebû Yihya xwekujên
 
DAIŞê veguêztibû bo Dibis.
 
7-Elî Hisên Hemed Ibrahîm Cibûrî tê nasîn bi Ebû Mihemed xwekujên DAIŞê
 
veguhêztibûn.
 
8-Muhened Ibrahîm Elî Dilêmî tê nasîn bi Ebû Leys beşdarî şer bibiû û terrorist bi
 
Kamyonê gihştibûn Kerkûkê.
 
 
 
Niha lêkolîn ligel wan berdewame, lêbelê li gorî encamên seretayî, plandarê êrîşa
 
terorîstan keseke bi navê Mazin Nezhan Ehmed Ebdullah Elubeydî Elreyaşî ye û tê
 
nasîn bi navê Ebû Îslam Ensarî, navborî jî ji aliyê welatiyên Kerkûkê ve hatibû
 
birîndarkiein û radestî aliyên ewlekariyê hatiye kirin.
 
 
 
Terorîstên DAIŞê ji nav bajarokê Daqûqê û Beşîr û bi alîkariya çekdarên DAIŞê li
 
Hewîca hatine nêzîkî kompaniya Tariq li başûrê Kerkûkê, piştre wan çekdaran ku
 
hejmara wan derdora 100 terorîstîbû bi rêya kamyonan xwe gihandine Kerkûkê û
 
bi ser wan cihên ku xwestine operasyona xwe lê pêkbînin hatine dabeşkirin.
 
 
 
 
Lêkolîn ligel van terorîstan berdewame û di demek nêzîk de wê encamên
 
lêkolînan jibo raya giştî û xelkên Kerkûkê yên xweragir werin belavkirin.
 
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
 
23.10.2016

Nûçeyên têkildar