26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge sînorekî berfireh rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha Ragihandinê û Hişyariya Netewî di Wezareta
 
Pêşmerge de Helgurd Hîkmet ragihand ku Hêzên Pêşmerge baş pêşde çûne û
 
navçeyekî berfireh ji destê DAIŞê derxistine.
 
Helgurd Hîkmet Berpirsê Dezgeha Ragihandinê û Hişyariya Netewî di Wezareta
 
Pêşmerge de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge navçeyekî
 
berfireh ji destê DAIŞê derxistine, ku Pêşmerge li eniyên Başîk, Mexmûr, Xazir û
 
Naweran gelekî pêşde çûne û navçeyekî berfireh rizgar kirine.”
 
Hîkmet wiha got: “Îro bihêztirîn xala leşkerî û cografî ya Başîkê hat kontrolkirin,
 
ew jî riya serekî ya Başîk – Tilisqof e ku ew jî sedema serekî ye bo derxistina Mûsilê
 
ji destê DAIŞê û alîkariyên leşkerî ji ser wan bên derxistin.”
 
Helgurd Hîkmet wiha domand: “Piştî temamkirina pilana îro dê serkeftina yekcarî
 
ya Hêzên Pêşmerge bê ragihandin, ku niha ew qonax bi dawî tê.”

Nûçeyên têkildar