26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Karter: Em şanaziyê bi dostayetiya Pêşmerge dikin..Serkeftina Pêşmerge, serkeftina Amerîka ye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Wezîrê Berevaniya Amerîka civiyan û di wê
 
hevdîtinê de, Ashton Karter xweragirî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên
 
Kurdistanê bi şanaziya ji bo hemû cîhanê da zanîn û ragihand heqê we ye şanaziyê
 
bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge û gelê xwe bikin, em jî şanaziyê bi
 
dostayetiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dikin.
 
Îro yekşem 23.10.2016 li bajarê Hewlêrê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê pêşwaziya Ashton Karter Wezîrê Berevaniya Amerîka û şanda li gel kir
 
ku ji Brett McGurk Nûnerê Taybetê Serok Obama yê Hevpeymaniya Navdewletî ya
 
şerê dijî DAIŞê, Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq, Stîvan Dawnsênd
 
Fermandeyê Hêzên Amerîka li Iraqê û Ken Gross Konsolê Giştî yê Amerîka li
 
Hewlêr û hejmarek şêwirmend û efserên Artêşa Amerîkayê pêkhatibûn.
 
Li civînê de ku bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,
 
Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî
 
Wezîrê Navxo û Wezîrê Pêşmerge bi Wekalet, Fuad Husên Serokê Dîwana
 
Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha
 
Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê
 
Hikûmetê û her yek ji Şêx Ce'fer Mistefa, Ferîq Şêrwan û Ferîq Cebar Yawer
 
Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê birêveçû. 
 
Wezîrê Berevaniya Amerîka pîrozbahiya serkeftinên vê dawiyê li Serok Barzanî kir
 
û destxweşiya destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û ji bo wê hevbeşî û
 
hemahengiya li navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê da heye, pêzanînên xwe
 
hebû, heman demî de pirse û serxweşiyê li Serok Barzanî û kesukarên şehîdên
 
Pêşmerge kir û ragihand, spasiya ji bo bi cîhanîna sozên di navbera Iraq û Herêma
 
Kurdistanê dikin, ku di encamê de ev serkeftin pêkhatin ku serkeftine ji bo
 
Kurdistan û ji bo Amerîka û ji bo hemû cîhanê.
 
Li beşekî dinê axaftina xwe de Ashton Karter balkişand li ser piştevanî û
 
hevkariyên Amerîka yên ji bo Hêzên Pêşmerge û li berdewamî û dirêjepêdana
 
piştevaniyên Amerîka ji bo hêzên Pêşmerge dupatkir. Her wiha ronahî xiste li ser
 
rola Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan û vê rolê jî ji bo pêkanîna aştî li
 
qonaxa piştî dawî hatina DAIŞê bi girîng wesif kir.
 
Li beramber da Serok Barzanî behsa girîngiya siyasî û serbazî ya têkşikandina
 
DAIŞê li Mûsil û navçeyê û hemû cîhanê kir û xweşhaliya xwe jî beramber wê
 
hemahengiyê nîşan da, ku li navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê da heye û
 
balkişand li ser pêwîstiya plan û rêkkeftinekî siyasî ku ji bo birêveçûna paşaroja
 
Mûsilê, bo ku eve bibê sedemek û mîsogeriyek ji bo rêgirtina li serhildana
 
kêşeyan. Heman demî de baweriyek jî dibê ji bo parastina pêkhatên bajar bi
 
taybetî jî pêkhatên Mesîhî û Êzdî.
 
Her li vê civînê de behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û pêdiviyên serbazî û
 
serkeftinên hêzên Pêşmerge li bereya Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Mûsilê kir û Serok
 
Barzanî balkişand li ser qurbanîdan û xweragiriya Pêşmerge û gelê Kurdistanê ku
 
bûye hewêna serkeftinan dijî terorîstan û ragihand ku ew qurbanîdan jî cihê
 
şanaziya me ye.
 
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Amerîka, xweragirî û qehremaniya hêzên
 
Pêşmergeyên Kurdistanê bi şanaziya ji bo hemû cîhanê da zanîn û ragihand, heqê
 
we ye şanaziyê bi xweragirî û qehremaniya Pêşmerge û gelê xwe bikin, em jî
 
şanaziyê bi dostayetiya gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dikin.
 
Li mijareke dinê civînê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî ya li
 
Suriye û naveroka qonaxa piştî dawî hatina DAIŞê de danustandina bîr û ramanan
 
kirin.
 
Hêjayî gotinê ye, îro Yekşemê Ashton Karter Wezîrê Berevaniya Amerîka û şandekî
 
li gel li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê
 
Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Nûçeyên têkildar