26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Efendî: Me bi dehan gundên girîng û stratejîk rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîkê Hemîd Efendî
 
ragihand ku îro hêzên wan 5 gundên din ên mezin rizgar kirin.
 
Hemîd Efendî Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera
 
KDP.info re ragihand: “Hevpeymaniya Navdewletî bi fermî destxweşî li Serok
 
Barzanî kir ku bi awayekî pir serkeftî nexşeya leşkerî cîbicî kirin û pêş dikevin û
 
niha gelekî nêzkî bajarê Mûsilê bûne û li ser fermana Serok Barzanî pêşdikevin.
 
Heta niha bi dehan gund û navçeyên girîng û stratejîk hatine kontrolkirin û DAIŞ tê
 
de nemane.”
 
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Ligel êrişa Hêzên Pêşmerge, balafirên
 
Hevpeymaniya Navdewletî jî li cih û navend û otomobîlên DAIŞê didin, lê eger ne ji
 
hevahengiya bejayî be, balafir nikarin tiştekî bikin, ku li ser erdê cihê DAIŞê ji wan
 
re tên diyarkirin û piştre balafir li wan didin.”
 
Efendî wiha domand: “Hêzên Pêşmerge herwiha niha riya sereke ya Artêşa Iraqê
 
xweş dike bo êrişa ser bajarê Mûsilê, ku derbasî nava bajêr bibin, li hin eniyan jî
 
Hêzên Pêşmerge pir nêzîkî bajêr bûne û xelk jî wan dibînin, lewma ez bawer dikim
 
ku DAIŞ nikare xwe li ber êrişên Pêşmerge bigire. Herwiha divê Hêzên Pêşmerge
 
ha ji xwe hebin û ziyan negihên wan.”

Nûçeyên têkildar