26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji ber PKK, Tirkiyê gundên Zaxo bombebaran kir

Çavkanî: KDP.info
 
Zaxo-KDP.info- Îro zêdetirî 3 saetan balafirên şer ên Tirkiyê li gundên sînorê Zaxo
 
dan, ew jî ji ber hebûna navendên PKKê li wê deverê, vê yekê jî dilgiraniyeke
 
mezin li cem xelkê çêkiriye.
 
Qayîmeqamê Zaxo Botan Muhsin ji malpera KDP.info re ragihand, “Ji ber hebûna
 
navend û baregehên PKKê li gund û sînorê Zaxo, îro serê sibehê saet 6 heta 9 û
 
nîv, balafirên Tirkiyê li wan navçeyan dan.”
 
Muhsin wiha got, “Eger PKK li navçeyê nemîne û balafirên Tirkiyê li wan nevçeyan
 
nedin, dê xelkê wan gundan vegerin ser mal û gundên xwe û dê ew gund bên
 
avakirin û ev yek jî di berjewendiya Hikûmeta Kurdistanê û welatiyan de ye,
 
lewma em daxwaz ji PKKê dikin ku navendên xwe ji gundan dûr bikin, da ku
 
balafirên Tirkiyê li navçeyê nedin.”

Nûçeyên têkildar