Terorîstên DAIŞê: Barzanî serperiştiya şer dike em nikarin bergiriyê bikin

Naweran-KDP.info- Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê ragihand ku hinek alî
hene dixwazin destkeftên Hêzên Pêşmerge bikin destkeftên hizbî û sivkatiyê bi
Pêşmerge dikin. Herwiha dibêje, terorîstên DAIŞê bi riya telefonê ji berpirsên xwe
re dibêjin, Mesûd Barzanî li eniya şer e û şerê me dike, lewma em nikarin bergiriyê
bikin.
Elî Ewnî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Hin aliyên siyasî bûne metirsî li ser asayişa neteweî û di ragihandinên xwe de
dixwazin ji pîroziya serkeftinên Hêzên Pêşmerge kêm bikin, lê serkeftinên
Pêşmerge û beşdarî û serperiştiya Serok Barzanî di şer de, bala hemû cîhanê
dikşînin. Wek mînak jî Tevgera Goran dixwaze destkeftên gelê Kurdistanê bike
hizbî.”
Ewnî wiha got: “Bi rizgarkirina Mûsilê careke din metirsiya dijmin li ser Herêma
Kurdistanê namîne û heta ku Mûsil di destê DAIŞê de be metirsiya wê li ser rewşa
Kurdistanê heye, lewma beşdariya Kurdan û Hêzên Pêşmerge di vê operasyonê de
xwedî giringiyeke mezin e bo gelê Kurd.”
Elî Ewnî wiha domand: “Beşdariya Serok Barzanî û hebûna wî li eniyên şer, bû
sedem ku Hêzên Pêşmerge serkeftinê bidest ve bînin, ku min bi xwe bi riya
telefonê ji çekdarên DAIŞê dibihîst ku ji berpirsên wan ji wan re digotin, çima hûn
direvin, wan jî digotin Mesûd Barzanî li eniya şer e û şerê me dike, lewma em
nikarin bergiriyê bikin.”




