26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li eniyên Naweran û Başîkê gihîştin hev

Çavkanî: KDP.info

Naweran-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, niha Hêzên Pêşmerge li herdu eniyên Başîk û Naweranê gihîştin hev, ew jî piştî ku bi dehan gund rizgar kirin.

Raîd Hîwa Şemzînî Fermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Her niha Hêzên Pêşmerge li herdu eniyên Başîk û Naweranê gihîştin hev û karîn Başîk ku navçeyekî girîng û stratejîk e, ligel çend gundên din, rizgar bikin û niha jî navçe di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.”

Şemzînî wiha got: “Ziyanekî mezin gihîştiye çekdarên DAIŞê û erda şer tije kelex û termên wan bûne, herwiha Hêzên Pêşmerge 5 otomobîlên wan teqandin. Niha navçe ber bi aramiyê ve diçe û ti terorîst li wir nemane.”
 

Nûçeyên têkildar