26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî ve nêzîk e

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr
 
Barzanî pêşwaziya Nûnerê Serokê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de Brett Macgork û
 
şanda ligel wî kir.
 
 
 
Îro 22 Cotmehê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya Brett Macgork û şanda ligel wî kir, li
 
gorî daxuyaniyekê û kopiyek gihşte destê BasNews, di civînê de behsa operasyona
 
azzadkirina Mûsilê û dawî pêşhateyên siyasî li navçeyê hatine gotûbêjkirin, Brett
 
Macgork tekezî li ser berdewamiya alîkariyên ezmanî di şerê Mûsilê de kiriye,
 
derbarê pêşveçûnên ber biçav ên vê dawiyê yên hêzên Pêşmerge Barzanî ev yek
 
wek “nîşana nêzîkbûna têkçûna DAIŞê ji aliyê leşkerî” da zanîn.
 
 
 
Ji aliyê xwe ve Brett Macgork tekez kirk u ew dê berdewam alîkariya Pêşmerge
 
bikim û got: “Em bi hevre ne û em dê berdewam piştevaniya we bikin heta ku ev
 
dijminê tund têkbişkê.”
 
 
 
Di beşekî din ji civînê de behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda hate kirin,
 
hemahingî û karê hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de jibo azadkirina
 
Mûsilê bi pêngaveke girîn û durust jibo çareserkirina pirsgirêkên di navbera
 
Hewlêr û Bexda da anîn ziman.
 
 
 
Di heman civînê de Nûnerê Obama sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re xwest
 
herwiha hêvî kir ku, herî zû birîndar jî werin çareserkirin û vegerin nav mal û erkên
 
xwe, ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bi
 
malbatên serbazên amerîkî ku bûne qurbanî eşkere kir û spasiya hevpeymanan kir
 
li ser alîkariya wan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de.

Nûçeyên têkildar