26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge 22 gundên Şebekan rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de Mela Salim
 
Şebek eşkere kir ku heta niha di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 22
 
gundên Şebekan Ii ser destê Hêzên Pêşmerge hatine rizgarkirin.
 
Mela Salim Şebek ji malpera KDP.info re ragihand, “Heta niha 22 gundên Kurdên
 
Şebek ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, ew jî ev in, Barîme, Naweran,
 
Xursîbat, Çençî, Faziliye, Kanûne, Pîrhelan, Xiraphelan, Xirap Delal, Tîzxirap Biçûk,
 
Berlî, Xirap Sultan, Bedene Bişûk, Bedene Mezin, Şêxe Mîr, Tacle, Şaqulî,
 
Basxistam û Basixre.”
 
Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de Mela Salim Şebek got ku, “Heta
 
niha 34 gundên din ên Kurdên Şebek di destê DAIŞê de mane û nêzîk dê ew jî bên
 
rizgarkirin û dê Şebek jî vegerin ser gundê xwe.”
 
Tê zanîn ku hêzeke Kurdên Şebek di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de di wê
 
operasyonê de beşdar e.

Nûçeyên têkildar