26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: DAIŞ li Kerkûkê hat şikestin û şeperze bû

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî dibêje, DAIŞ
 
nikare li Kerkûkê bigihê armanca xwe, ji ber ku xelkê bajêr li dijî terorîstan e,
 
herwiha Hêzên asayişê û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û nahêlin ew terorîst
 
bajar dagîr bikin.
 
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Duhî danê êvarî terorîstên DAIŞê êrişê Hêzên Pêşmerge kirin lê em zû li
 
wan hatin hev û me bi tundî li wan dan. Me cihê wan dan balafirên şer ên
 
hevpeymaniya navdewletî û wan balafiran jî bi tundî li wan dan û 6 otomobîlên
 
wan ên bombekirî jinav birin û 2 doşke û komek çekên din jî jinav çûn û zêdetirî 30
 
çekdarên wan jî hatin kuştin û hatin şikestin û jinavbirin.”
 
Kerkûkî wiha got: “Terorîstên DAIŞê nikarin bigihên armanca xwe û nikarin rewşa
 
bajarê Kerkûkê têk bibin û herwiha nikarin bajar dagîr bikin. DAIŞ nikare li Kerkûkê
 
bigihê armanca xwe, ji ber ku xelkê bajêr li dijî terorîstan e, herwiha Hêzên asayişê
 
û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne û nahêlin ew terorîst bajar dagîr bikin.”

Nûçeyên têkildar