26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serhed Qadir: Me 14 terorîstên Kerkûkê kuştin

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir
 
dibêje, ew cihên ku terorîstên DAIŞê ji nava Kerkûkê reviyabûn wan, me
 
operasyon li wan kirin û me karî 14 kesan ji wan bikujin.
 
 
 
Emîd Serhed Qadir Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Ew cihên ku terorîstên DAIŞê reviyabûn wan, me êrişî wan kirin û me
 
li gundê Zîlane 11 terorîst kuştin, herwiha me û Hêzên Pêşmerge li gundê Siyane 3
 
terorîst kuştin ku xwe li wir veşartibûn.”
 
 
 
Qadir wiha got: “Her malekê yan her aliyekî yan her kesekî alîkariya wan
 
terorîstan kiribe dê bê cezakirin.”

Nûçeyên têkildar