Efendî: 6 km mane em bigihên Mûsilê..Emê dest bi qonaxa duyem bikin

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê Hemîd Efendî ragihand ku niha tenê 9
kîlometir mane ku ew bigihên navenda bajarê Mûsilê û ji bo qonaxa duyem jî ku
ewê nêzîk destpê bikin, dê hemû axa Kurdistanê ji destê DAIŞê derxînin.
Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di 20 vê
mehê de me bi serperiştiya Serok Barzanî ji çend aliyan ve êrişî terorîstan kir û me
karî bi dehan gundan rizgar bikin û deverekî berfireh ji destê terorîstan derxînin.”
Efendî wiha got: “Başîk tenê 15 km dûrî navenda bajarê Mûsilê ne û niha ku em 6
km pêşdeçûne û tenê 9 km mane ku em bigihên navenda Mûsilê. Hêzên Pêşmerge
jî li wan navçeyên rizgarkirî bicîh bûne û li hêviya qonaxa duyem in ku vê carê jî dê
6 kîlometran pêşde biçin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “DAIŞ şerê man û nemanê dike û gelek
xelk ji nava Mûsilê direvin, lewma zextekî mezin li ser wan e û rewşa wan têk
çûye.”




