Serok Barzanî: Bi çi nirxekî be, divê Kerkûk were parastin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişa duh ku
çekdarên DAIŞê li ser Kerkûkê pêk anîbûn, got bi çi nirxekî be, divê Kerkûk were
parastin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişa duh a DAIŞê li ser
Kerkûkê de daxuyanî da û got, divê bi çi nirxekî be jî divê bajarê Kerkûkê were
parastin.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di derbarê êrîşa roja înê 21.10.2016 ya li ser bajarê Kerkûkê spasî xweragirî û
hevkariya xelkê xweşdiviyên bajarê Kerkûk û saziyên ewlehiyê dikim, û pirse û
serxweşiyên xwe ji bo kesukarên şehîdên êrîşa terorîstî radigihînim û hêviya
başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.
Ev êrîş hewleke neçar a terorîstan e bo qerebûkirina şikestinên wan li hember
Hêzê Pêşmerge li eniyên şer. Ligel wê jî welatiyên bajarê Kerkûkê û hemû gelê
Kurdistanê ji wê yekê piştrast dikim ku pişt bi xwedayê mezin bi îradeyekî bihêz û
bi yekrêziya Pêşmerge û xelkê dilsoz rûbirûyê terorîstan radiwestin û hewlên wan
têkdişkînin.
Her di destpêka êrîşa roja înê min bi hûrî dîvdaçûna rewşê kiriye û min birêz Cîgirê
Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl û Parêzgeha Kerkûkê û hejmarek ji
berpirsên serbazî û emnî erikdar kir ku bilez kontrola rewşê bikin.
Herwiha niha ew rêzdar xwedî desthilatekî berfireh in ku tedbîrên pêwîst ji bo
pêdaçûna bi plana ewlehî ya bajar û sînorê Parêzgeha Kerkûkê bikin, ku ew jî bi
navê parastina Kerkûk û welatiyên sînorê wê parêzgehê ye û rêgirtin li êrîş û
destdirêjiya terorîstan û her rûdanekî nexwestî ye.
Bi çi nirxekî be pêwîst e Kerkûk parastî be û nekevê destê dijminan.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.10.2016




