Obama tekez li ser piştevaniya leşkerî ya Amerîka bo Pêşmerge kiriye

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Serok Obama yê
Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan ji Serok
Barzanî re ragihand ku Obama tekez li ser piştevaniya serbazên Artêşa Amerîka ya
ji bo Hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kir.
Roja şemî 22.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetê Serok Obama yê Hevpeymaniya şerê dijî
DAIŞê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetê Serok Obama yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê ji
bilî balkişandina girîngiya stratejî ya Herêma Kurdistanê û spas û pêzanînên
Amerîka yê ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge û serkirdayetîkirina şer û
destpêşxeriyên Serok Barzanî dûpatkir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku Serok
Obama tekez li ser palpiştîkirina Pêşmerge û piştevanîkirina serbazên Artêşa
Amerîka ya ji bo hêzên Pêşmerge li bereyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kir.
Her li vê hevdîtinê de behsa qonaxên operasyona azadkirina Musilê kir û rewşa
meydanî ya bereyên şerê terorîstan li parêzgeha Nînowa nirxandin.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê
û her wiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda kirin.




