“Şerê îro tenê Pêşmerge kir..Emê heta nêzîkî Mûsilê biçin”

Naweran-KDP.info- Cîgirê Fermandarê Lîwaya 1 ya Bejayî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve red dike ku hêzeke din îro di şer de beşdar bûbe û tekez kir ku Hêzên Pêşmerge dê heta nêzîkî Mûsilê pêşve biçin.
Eqîd Hêmin Salih Cîgirê Fermandarê Lîwaya 1 ya Bejayî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve ji malpera KDP.info re ragihand: ”Qonaxa yekem ji operasyona îro li hersê eniyên Tilisqof, Naweran û Başîkê hat rewstandin û dê sibe dîsa destpê bikin û heta bi nêzîkî bajarê Mûsilê ve biçin, lê Hêzên Pêşmerge derbasî nava Mûsilê bibin û dê tenê navçeyên kurdistanî rizgar bikin û nabe yek terorîst li navçeyên Kurdistanî bimîne.”
Wî fermandarî Pêşmerge wiha got: “Di êrişa îro de tenê Hêzên Pêşmerge beşdar bûn, ew jî bi hevahengî ligel Hevpeymaniya Navdewletî ku serkeftin bidest ve hat û ew armanca ku ji me re hatibû diyarkirin me bi cîh anîn.”




