26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Eniyên şer tije term û kelexên terorîstan bûne

Çavkanî: KDP.info

Eniyên şer-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge ragihand ku îro bi dehan terorîst li eniyên şer hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar in û kelax û termên wan jî li erdê mane.

Rayîd Hîwa Şemzînî Fermandarê Pêşmerge ji gundê Umerqamçî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li wî cihê ku em lê bûn ku eniya Başîkê ye, 3 otomobîlên bombekirî hatin teqandin, û gelek ziyan gihîştin DAIŞê.”

Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “gelek çekdarên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin û term û kelaxên wan ketine destê Hêzên Pêşmerge û eniyên şer tije termên wan bûne.”
 

Nûçeyên têkildar