26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk- Pilana operasyonê serkeftî bû

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ragihand ku hêzên wan
 
ew pilana ku ji wan re hatibû diyarkirin, hat cîbicîkirin.
 
Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re
 
ragihand, Tevî ku eniya me dûr û dirêj e lê dîsa jî me ew cihên ku ji me re hatibûn
 
diyarkirin, me rizgar kirin, ji ber ku pilana me serkeftî bû.
 
Îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de, Hêzên Pêşmerge li 4
 
mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê operasyonek mezin li dijî
 
çekdarên DAIŞê dan destpêkirin û di encamê de 9 gund kontrol kirin.

Nûçeyên têkildar