Pêşmerge ala Kurdistanê li ser 9 gund bilind kir û çendê din jî dorpêç kirine

Bakurê Mûsilê-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li eniya Başîk, Naweran û Tilisqofê di
nava çend saetan de 9 gund rizgar kirin û çendên din jî dorpêç kirine.
Eniya Başîkê:
Li eniya Başîkê gundên Xirape Delîl, Tîsxirapeya Mezin, Tîsxirapeya Biçûk û
Pîrhelan hatine rizgarkirin. Herwiha kêm maye ku derbasî nava nahiyeya Başîkê
bibin.
Eniya Naweran:
Li eniya Naweranê 4 gund hatine rizgarkirin ew jî ev in: Naweran, Qaîm, Simaqî û
Barîmen. Hêzên Pêşmerge li wan gundên ku rizgar dike, ala Kurdistanê bilind
dikin.
Eniya Tilisqofê:
Li eniya Tilisqofê jî gundê Maora hatiye rizgarkirin. Herwiha Hêzên Pêşmerge
gundên Kebrik û Kanî Şêrîn dorpêç kirine û ber bi gundê Filfêlê ve diçin




