26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sîrwan Barzanî: Axa Kurdistanê bi temamî ji DAIŞê paqij dibe

Çavkanî: KDP.info
 
Naweran-KDP.info- Berpirsê Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûr û Guwêrê Sîrwan
 
Barzanî ragihand ku heta hemû axa Kurdistanê ji DAIŞiyan neyê paqijkirin dê
 
operasyonên wan jî nesekinin.
 
 
 
Sîrwan Barzanî di çaremîn roja operasyona Mûsilê de ji ragihandinê re rqagihand,
 
“Me êrîşeke berfireh bire ser terorîstan. Niha moralê wan nemaye. Em hemû axa
 
Kurdistanê ji terorîstan paqij dikin.”
 
 
 
Fermandarê Pêşmerge herwiha behsa giringiya Mûsilê kir û got: “Mûsil ji bo
 
ewlekariya Kurdistanê pir giring e. Gelek kurd, mesihî û gel û ayînên din li vir dijîn.
 
Lewma jî em pir giringî didin vî bajarî.”
 
 
 
Sîrwan Barzanî diyar kir ku li gorî rêkeftina Bexda, Hewlêr û Hevpeymaniya
 
Navdewletî erk û rola pêşmerge hatiye destnîşankirin û wiha got: “Ti astengiyek
 
nîne. Pêşmerge bi înîsiyatîf e. Li kê derê pêwîst kir dikare destwerdanê bike.”
 
 
 
Îro pênşemî 20ê Cotmehê û di saetên serê sibehî de, Hêzên Pêşmerge li 4
 
mêhwerên Naweran, Başîk, Tilsiqof û Bendava Mûsilê operasyonek mezin li dijî
 
çekdarên DAIŞê dan destpêkirin û di encamê de 9 gund kontrol kirin.

Nûçeyên têkildar