26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: Serkeftinên Pêşmerge serxwebûnê garantî dikin

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, her ji serî de Hêzên Pêşmerge wek hêzekî
 
herêmî û cîhanî, bi qehremanî rolekî mezin dîtin di şikandina terorîstên DAIŞê de û
 
dê ew serkeftinên wan serxwebûna Kurdistanê garentî bikin.
 
 
Pro Dr. Xelîl Îsmaîl, Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Hêzên Pêşmerge yekem hêz bû ku dest bi operasyona rizgarkirina
 
Mûsilê kir, herwiha ew rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi serperiştiya
 
Serok Barzanî hat kirin, bû sedem ku ev operasyon bihêztir birêve biçe û alîkariyên
 
zêtir ji Hêzên Pêşmerge re hatin pêşkêşkirin. Ji hemûyî jî giringtir, herdu aliyan lev
 
kirine ku Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên Kurdistanî yên ku bi xwînê hatine
 
rizgarkirin, venekişin.”
 
 
Îsmaîl wiha got: “Her ji serî de Hêzên Pêşmerge wek hêzekî herêmî û cîhanî, bi
 
qehremanî rolekî mezin dîtin di şikandina terorîstên DAIŞê de û va niha jî li pêşiya
 
artêşa Iraqê ketine û hemû cîhan behsa serkeftinên wam dikin.”
 
 
Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Sedema serke ya bihêzbûna pêwendiyên
 
Herêma Kurdistanê ligel cîhanê serkeftinên Hêzên Pêşmerge bûne, ji ber ku
 
qehremanî û serkeftinên wan li cîhanê deng vedane û niha serxwebûna
 
Kurdistanê piştevaniyekî mezin jê re hatiye misogerkirin.”

Nûçeyên têkildar