26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li Başîkê pêş dikevin..8 gund li Naweran hatin rizgarkirin

Çavkanî: KDP.info
 
Başîk-KDP.info- Pêşkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê berdewam in.
 
Berpirsê eniya Naweran ya bakurê Mûsilê jî dibêje Hêzên Pêşmerge heta niha li
 
eniya wan 8 gund azad kirine.
 
Efserê Pêşmerge ji Lîwaya Bejayî Neqîb Salar Zêbarî ji malpera KDP.info re
 
ragihand, “Pêşkeftinên Pêşmerge li Başîkê berdewam in ku bi aliyê navenda wê
 
nahiyeyê ve diçin. Lê DAIŞê gelek mayîn danîne û bi xwekuj û otomobîlên
 
bombekirî li ber xwe dide, ku tenê li eniya me Pêşmerge 6 otomobîlên wan
 
teqandin. Rast e heta niha navenda nahiya Başîkê nehatiye girtin, lê ew navçe bi
 
temamî ketiye bin kontrola Hêzên Pêşmerge de.”
 
Li eniya Naweranê jî, ku li wir jî Hêzên Pêşmerge pêş dikevin, Berpirsê wê eniyê
 
Serbest Tirwanşî ji malpera KDP.info re ragihand, “Hêzên Pêşmerge li eniya me
 
gihîştine hin armancên xwe û ew cihên ku ji wan re hatibû diyarkirin, gihîştine wir,
 
ku 8 km pêş ketine û 8 gund ji destê DAIŞê derxistine, ku ti gund li wê eniyê di
 
destê DAIŞê de nemane.”

Nûçeyên têkildar