Pêşmerge li Tilisqofê 4 gund azad kirin..4 otomobîlên bombekirî teqandin

Tilisqof-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Sipîlk ya Hêzên Pêşmerge ragihand
ku li eniya Tilisqofê ya bakurê Mûsilê heta niha 4 gund ketine destê Hêzên
Pêşmerge de û gundê Batmay jî dorpêçkirî ye û nêzîk ew jî dê bê rizgarkirin.
Herwiha wî fermandarî da zanîn ku li wê eniyê Hêzên Pêşmerge 4 otomobîlên
bombekirî teqandin ku dixwestin xwe bi pêşmergeyan de biteqînin.
Tariq Hernî Fermandarê Fermandehiya Sipîlk ya Hêzên Pêşmerge ji malpera
KDP.info re ragihand: ”Hêzên Pêşmerge li eniya Tilisqofê îro 10 km pêşde çûne û 4
gund rizgar kirine û niha gundê Batma jî hatiye dorpêçkirin û nêzîk bûye
rizgarkirina wî gundî, herwiha piraniya riyên sereke ji destê DAIŞê hatine
derxistin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “DAIŞ bergiriyê nake û tenê bi riya
xwekujan û otomobîlên bombekirî li ber xwe dide, lê me gelek terorîstên wan
kuştin û me 4 otomobîlên wan ên bombekirî jî teqandin.”




