26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Başîk û Bertila tên rizgarkirin..Termên terorîstan li erdê mane

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek Salim Şebek ragihand ku pêşdeçûnên
 
Hêzên Pêşmerge yên îro berdewam dikin û niha nahiyeyên Başîk û Bertila hatine
 
dorpêçkirin û ew jî dê bên rizgarkirin, herwiha da zanîn ku gelek term û kelaxên
 
terorîstan li cihê şer mane.
 
Salim Şebek Nûnerê Kurdên Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek
 
Şebek bi fewcekê di operasyona azadkirina Mûsilê de beşdar in, ew jî di çarçoveya
 
Wezareta Pêşmerge de. Ew hêza me niha li eniya Başîk e.”
 
Derbarê şerê îro de Şebek wiha got: “Hêzên Pêşmerge ziyaneke mezin gihandine
 
terorîstên DAIŞê ûbi dehan termên wan li ser erdê mane û yên din jî ji tirsa
 
direvin.”
 
Nûnerê Kurdên Şebek wiha domand: “Hêzên Pêşmerge dê li wan navçeyan bicîh
 
bibe û dê wan navçeyan bi temamî ji terorîstan û bombe û mayinan paqij bike. Lê
 
mixabin DAIŞ ziyanekî mezin gihandiye gund û xaniyan.”

Nûçeyên têkildar