26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Serkeftina Pêşmerge di operasyona Mûsilê de pir girîng e

Çavkanî: KDP.info
 
Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkê dibêje, ev
 
serkeftinên çend rojên borî yên Hêzên Pêşmerge di operasyona rizgarkirina Mûsilê
 
de pir girîng in.
 
Dr. Kemal Kerkûkê Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Ev serkeftinên niha yên Hêzên Pêşmerge di operasyona Mûsilê de, wek
 
serkeftinên berê yên Pêşmerge li eniyên din bi serperiştiya Serok Barzanî, pir
 
girîng in. Hêzên Pêşmerge serkeftin li pey serkeftinê bidest ve tînin û karîn
 
efsaneya DAIŞê bişkînin û bûn mînakekî bihêz û pilebilind di rûbirûbûna terorê de.
 
Em piştrast in ku Pêşmerge serkeftinên mezintir bidestve bînin.”
 
Kerkûkî wiha got: “Hêzên Pêşmerge li cîhanê yekemîn hêz bûn ku karîn li ser erdê
 
metirsiya terorîstên DAIŞê têk bibin, herwiha aliyên din jî piştre çav li Pêşmerge
 
kirin. Piştî van hemû qurbaniyan jî Hêzên Pêşmerge ji wan navçeyên azadkirî
 
venakiştin.”
 
Wî fermandarê Pêşmerge û Endamê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Dema
 
pirsgirêk bi dadperweriyê çareser bibin dê aramî û asayîşa li navçeyên azadkirî
 
belav bibe û hemû pêkhate bigihên mafên xwe. Herwiha pêwîst e Bexda îtîrafê bi
 
mafê Kurdan bike, ku mafekî yasayî û destûrî ye ku Kurd biryarê li ser çarenivîsa
 
xwe bidin.”

Nûçeyên têkildar