Yezdanpena: Pêşmerge li Naweran û Başîkê gihîştin hev

Naweran-KDP.info- Fermandarê Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê Husên
Yezdanpena ragihand ku Hêzên Pêşmerge li eniya Naweran zêdetirî 5 gundan
rizgar kirine û niha ew hêz û Hêzên Pêşmerge yên eniya Başîkê li wê navçeyê
gihîştine hev û niha Başîk bi temamî di bin dorpêçê de ye.
Husên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşdeçûnên Hêzên
Pêşmerge yên îro berdewam in û tenê li eniya Naweranê zêdetirî 5 gundan hatine
azadkirin û Hêzên Pêşmerge li eniya Naweran û Başîkê hev girtin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “DAIŞ ji dûr ve bergiriyê dike û nema Karin li
ber xwe bidin û moralê wan têk çûye û pir lawaz bûne, lewma di demeke kurt de
dê pilana wan cîbicî bibe.”
Husên Yezdanpena wiha domand: “Tê çaverêkirin ku heta êvarî pilana Pêşmerge
bi temamî cîbicî bibe û ew navçeyên ku hatine diyarkirin bi temamî rizgar bibin.”




